Bûyerpress
Çalakiyên şervanên YPGê li hember çekdarên rikberiya Sûrî û leşkerên Tirkiyê li Herêma Efrînê berdewam in, herî dawî jî li navçeya Cendirêsê baregeheke çekdarên rikberiyê hat rûxandin û di encamê de 3 çekdar hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniyeke ragihandina YPGê, duh şemiyê baregeheke çekdarên rikberiyê li gundê Kefer Sefrê bi temamî hat têkbirin, di encamê de 3 çekdar hatin kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûn.