Bûyerpress
Hevserokê Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ragihand dibe ku di demên bê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demoqratîk û artêşa Iraqî de hevkariyek li deverên sînorî çêbibe, ew jî bi mebesta şerê li dij DAIŞê.
Di axaftineke xwe de ji Ajansa Reuterzê re Xelîl ragihand ku piştî şerê Efrînê êdî DAIŞê keysa xwe ji vê derfetê aniye û deverên kontrola xwe berfirehtir kirine.