Bûyerpress
Komikên çekdar ên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê, duh çarşemê 45 ciwanên kurd ji nava bajarê Efrînê revandin û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.
Li gorî ku jêderên xwecihî ji nava Efrînê ragihand, revandina her 45 ciwanan bi behaneya alîkariya bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re pêk hat.
Di heman çarçoveyê de hat ragihandin ku li devera Racoyê, komikên çekdar careke din bi behaneya alîkariya bi YPGê re, kesê bi navê Bilal Hemo ku temenê wî 65 sal e, serjê kirin.