Duh yekşemê, pênc mûşek ji hêla DAIŞ ve hatin avêtin û li taxên kurdan li bajarê Hesekê ketin, di encamê de du kesan li taxa Tilhecer jiyana xwe ji dest dan û pênc kes birîndar bûn, mûşekên li taxa Miftî ketin dûrî malan hatin ji bilî malek ku ziyanên aborî lê bûn.
Ji hêleke din ve, li taxa Xiwêran, hêzeke YPG rastî êrîşekê hat, di encamê de heft şervanên YPG jiyana xwe ji dest dane.
Derbarê vê bûyerê Rêvebiriya giştî ya YPG di daxuyaniyekê de eşkere kir ku 7 şehîd bûne û têkilî 3 endamên din re qut bûye.
Rêvebiriya giştî ya YPG got ku ewên ev tawan kirine dixwazin şerek di navbera Kurd û Ereban de çêbibe, lê ew ji sizayê nafilitin, Rêvebiriyê ji kesayetiyên Ereb xwest ku komên tundrew ji nav xwe derxin.
Li dawiyê Rêvebiriyê dubare tekez kir: ʺEm vedigerin û dubare dikin ku em ê wan kesên xedir li şervanên me kirine siza bikin, ew dê sizakirineke jidiyayî be, em sozê didin şehîdên xwe ku em ê tola wan hilînin, bila ew kîbin em ê wan siza bikinʺ.