Serokwezîrê karbirêvebir yê Îraqê Nûrî Malikî, hêzên xwe kom kirin û dora mala serokomar Fûad Mesûm dorpêç kirin.
Hêzên Malikî hotêla El Reşîd ku serokê parlamentoyê û gelek parlamenter têde bûn xistine bin çavan.
Malikî bi tundî li ser serokomar axivî bû û gotibû: ‘’Serokomar du caran destûr binpê kiriye. Binpêkirina destûrê jî dibe sedema derketina tiştên metirsîdar.’‘
Ji ber ku Masûm karê avakirina hikûmetê neda partiya Dewleta Qanûn, ku Malikî serokê wê ye, Malikî li dijî Fûad Masûm dozeke mehkemê vekir û got wê welat bibe dojeh.
Li gor hinek jêderan Masûm ji Bexdayê derketiye û çûye mala xwe li Silêmaniyê.