Bûyerpress
Pêkenok
Xortek hebû navê wî Simê bû. Simê xwedî jin û komek kuflet bû, lê belê pir hejar û feqîr bû. Simê dikir û nedikir yeka wî nedibû dido, gihabû baweriyekê ku şensê wî kor e û tu caran bext pê re nabe alîkar.
Tevlî evê hejariyê jî, Simê birûmet bû û tu caran xêr û zika ji destên tu kesî nedigirt. Birayekî Simê hebû navê Miho bû. Miho pir dewlemend bû û xelkê ew bi gazindan şewitandibû ku çima alîkariyê bi birayê xwe re nake. Ewî jî dikir û nedikir, Simê pere ji destan nedigirt û xwe kêm nedikir. Mihoyê dewlemend dît ku çare nîne û Simê pereyan ji dest nagire. Îcar şevekê ji şevan Miho rahişt 100 hezar L.S û avêt ber deriyê mala Simê; da ku Simo bi bayê meşê re pereyan bibîne û bêxe berîka xwe. Simo ji malê derket û ber bi cihê ku pere lê avêtî ne ve çû. Berî ku Simo bigihe pereyan bi 10 gavan, di ber xwe de got: “Yaw ma ev kesên kor û bêçav, çawa dijîn? Hema bi Xwedê ez ê çend gavan çavên xwe bigirim û bimeşim, da zanibim kesên kor çawa dikin…” Simoyê belengaz û şenskor çavên xwe girtin û nola koran meşiya, di ser pereyan re meşiya û çawa pere derbas kirin, êdî çavên xwe vekirin…
Ev pêkenok di rojnameya Bûyerpress, hejmara 76′ê de hatiye weşandin. 2018.3.15