Bûyerpress
Zeynelabidin Zinar
Vê saziya Medresê, şaxên xwe li her bajarekî, hema bêje li her gundekî vekiribûn û xwendin tê de dihate domandin. Ew xwendin ji sawiya dibistanê heta zanîngehê bûye.
Hin ji wan medreseyan pirî ku menşûr bûbûn, bihêsanî navên xwe di rûpelên mêjû de jî bi cih kirine. Wek Medresa Sitrabasê (Diyarbekir), Merdera Sor (Cizîra Botan), Medresa Bazîdê, Medresa Şemdîzan, Medreseyên Bedlîsê wek Îxlasiye, Katibiye, Şukriye, Şerefiye û Şemsiyeyê. Medresa Hîzanê, Medresa Miksê, Medresa Bêdarê, Medresa Findika Botan, Medresa Axtepeyê, Medresa Norşênê, Medresa Oxînê, Medresa Qerekoyê, Medresa Çûxreşiyê, Medresa Farqînê, Medresa Hawêlê, Medresa Sêrtê, Medresa Heskîfê, Medresa Amêdiyê, Medresa Paloyê û bi sedan medreseyên wisa yên din…
Di wan medreseyan de ji xwendina bi zimanê kurdî, erebî û hinek jî zimanê farisî zêdetir, felsefeya Yûnanî jî tê de dihate xwendin.
Di Medreseyên kurdî de çend şaxên zanistiyê yên cuda dihatin xwendin, wek mênak:
1- Serf û Nehwa Erebî.
2- Tefsîra Quranê.
3- Hedîsa Pêxember.
4- Ilmê Mentiqê.
5- Edeba Behsê (uslûba axaftinê).
6- Ilmê Xweşbêjîyê (waz û nesîhet).
7- Ilmê Belaxetê (ragîhandin).
8- Ilmê Kelamê.
9- Ilmê Hikmetê.
10- Ilmê Qanûnê.
11- Ilmê Feraizê (hiqûqa mîratê).
12- Ilmê Wehdaniyetê (Eqîde).
13- Ilmê Usûlê.
14- Ilmê Heyetê (astronomî û astrolojî).
15- Ilmê Tendurustiyê.
16- Ilmê Hesabê (matematik).
17- Ilmê Felsefê.
18- Ilmê Siyasetê.
19- Ilmê Leşsaxiyê.
Pirtûkên ku di medreseyan de dihatin xwendin, bi tîpên erebî dibûn. Tê de li dora100î, pirtûk dihatin xwendin. Lê nivîskarên piraniya wan pirtûkên bi zimanê erebî ku di medreseyên kurdî de dihatin xwendin, Kurd bûne. Ev rastî jî eşkere ye ku hewesa mele û feqiyên Kurd, zêde ji pirtûkên ku nivîskarên wan Ereb bûn re çênedibû. Hinek ji wan pirtûkên ku dihatin xwendin jî, bi zimanê kurdî û çend pirtûk jî bi zimanê farisî bûn.
Ew pirtûkên bi zimanê erebî ku bi dersîtî di Medreseyên Kurdî de dihatin xwendin, hemû wergera wan ji aliyê dersdarî ve bi zimanê kurdî bo şagirdan dihate kirin. Ev hawe jî dibû sedem ku zimanê kurdî berepêş here.
Kurdan ji kesê/a dersdar re “seyda” digot. Di zimanê kurdî de peyvika ”sey” navê dersê ye, daçeka ”da”yê jî, jixwe wateya dan/dayînê ye ango ders dide.
Ji destpêka Xwendina Medresê heta ku dawî lê dihat, şagird di sê pêngavan re dibihurîn:
1- Destpêka Xwendinê: Ev xwendin di sawiya dibistanê de bû.
2- Destpêka Feqîtiyê: Ev xwendin di sawiya mekteba navîn û lîseyê de bû.
3- Destpêka Talibtiyê: Ev xwendin di sawiya zanîngehê de bû.
Piraniya van şaxanên cuda yên Medreseya Kurdî, her çiqasî ku bi zimanê erebî dihatin xwendin, lê dersdaran ew tev werdigerandin zimanê kurdî û dersa şagirdên xwe didan. Herweha çend pirtûkên ku xwerû bi zimanê kurdî bûne jî, bi dersîtî dihatin xwendin.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 76′ê de hatiye weşandin. 2018.3.15