Îro şemî 09.08.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Dr. Fuad Mehsûm Serok Komarê Iraqê kir.
Di kombûnê de Serokê Herêma Kurdistanê bi xêrhatina Serok Komarê Iraqê kir û hêviya serkeftinê li erkên wî de xwest û piştevaniya xwe jî ji bo Serokomarê Iraqê ku nûnerê hilbijartiyê aliyên siyasiyên Herêma Kurdistane ragihand.
Li beranber de Serokomarê Iraqê spasî pêşwaziya germ ya Serok Barzanî kir û tekez li wê yekê kir ku kar li ser nêzîkbûna aliyên siyasiyên Iraqê dike û peroşe ji bo parastina berjewendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê.
Li vê hevdîtinê de rewşa emnî û siyasiya Herêma Kurdistanê û metirsî û tehdîdên rêxistina terorîstiy Da’îş ya li ser Herêma Kurdistan û Iraqê hate axaftin û her dû alî li ser ewe hevrebûn ku bi navê parastina ezmûna demokrasiya Herêma Kurdistan û Iraqê pêwîste hemû aliyek hemû şiyanên xwe yên mirovî û siyasî bixin holê ji ber ku Da’îş metirsiyekî giştgîre li ser Kurdistan û Iraq û hemû navçe û cîhanê. Di derbarê vê babetê ve Serok Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku em ne rûbiruyê rêxistineke terorîstî ne belku şer li gel dewletekî terorîstî ya pirçek dikin ku dijî hemû cûre prensîpekî miroviye.
Li kombûnê de helwesta Amerîka, Ewrûpa û welatên herêmî ya li dijayetîkirina DAIŞ û parastina Herêma Kurdistanê bi bilind hate nirxandin.
Proseya siyasiya Iraqê û hengavên pêkanîna Hikûmeta paşaroja Iraqê mijareke dinê kombûna di navbera Serok Barzanî û Serokomarê Iraqê bû.
Jêder: malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê