“Roja 8/8/2014 li bajaroka Mexmur (Hewlêr) di şerê pêşmergeyên Kurdistanê de li beramberî nehezan û neyarên azadî û demokrasî û avadaniyê, rojnamevan û mîdyakar û ragihandinkar weku parêzvanekî bi hêrs li ax û niştiman û netewa li beramber çete û terorîstên DAIŞ bêdeng nebûn û bi biryar li dijî nehezên Kurd û Kurdistanê berevanî kirin.
Gerîla û mîdyakar û rojnamevana bakûrê Kurdistanê Leyla Nayêf Hemîd ku naskiriye bi (Denîz Firat) çûye rêzên karwanê şehîdên parazvanên axa Kurd û Kurdistanê. Ew li bajarê Wanê a Bakûrê Kurdistanê jidayîk bûye û çarem şehîdê malbata xwe ye, mixabin li bajaroka Mexmurê (Hewlêrê) di berevanîkirina axa pîroz a Kurdistanê hate şehîd kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Denîz Firat endameka aktîv û ragihandkarekî “Partiya Azadîxwaz a jinên Kurdistanê” (PAJK) bûye û di heman demê de peyamnêra (Ronahî, Nûçe, Newroz, Stêrk Tv) bûye û weku mîdyakarekê rojevê karê xwe yê rojnamevanî berdewam kiriye.
Bi navê encûmena sendîkeya rojnamevanên Kurdistanê em pirse û serxweşiya xwe arasteyî hemû rojnamevanên Kurdistanê û bi taybetî birêveberiya ragihandina kampa Mexmurê dikin.”
Encûmena sendîkeya rojnamevanên Kurdistanê
9/8/2014