Bûyerpress
Nirxandin û rexnekirina bakuriyan ji Ewropayê pir hêsan e. Lê divê meriv li Bakur bijî, da ku sedem û encamên hin tiştan rastir bibîne û bizane.
Mijara Batmanê ya pêşwazîkirina Erdogan, helbet mirovî diêşîne. Lê ev du sal in dewleta dagirker li Kurdistana Bakur şerekî bêeman û bêpîvan dimeşîne; da ser gund û bajaran, ew wêran kirin, talan kirin, mirov bi saxî şewitandin. Hin bajar bi yek carê rûxandin, kevir li ser kevir nehiştin. Şênî û zarokên wan deveran ji aliyê dewletê ve yan hatin kuştin an jî hatin girtin. Gelekan ji wan cenazeyên zarokên xwe nesitandin, nedîtin. Dewletê bi dûzeran ew cesed birin avêtin sergoyan, hinek jê li goristanên bêxwedî hatin binaxkirin, hinek jê kirin kîsikan û di gomên heywanan de rizandin, lê nedan malbatên wan. Bi sedhezaran şêniyên wan bajaran koçber bûn, ketin derî û kolanên xelkê, çi bi serê wan hat kes nizane, li kû ne, çi dixwin, çi vedixwin, li kû radikevin, kesek nizane..? Ez nizanim, hûn jî nizanin. Ji xwe ne xem e; dibe ku ji bo hin kesan ne xem be jî.
Dema ku ev qas keraset li Bakur pêk dihatin, van rewşenbîr û rêxistinên me yên qaşo xwe zana û xwe gelekî kurdistanî dihesibandin, çi digotin, hûn dizanin? Digotin: “Ev şer şerê PKK û dewleta Tirk e”. Lewra li hember van kerasetan çav û guhên xwe girtin, bêdeng man. Xwezî tenê bêdeng mabana, bi ser de jî neyarên me yên hov û durinde, pak dikirin û digotin: “Sedemên van êrîşan xendeq û nizam çi ne” .
Me wê demê jî got, me got: Ji bo ku dijmin êrîş bike, tenê kurdbûn bi serê xwe bes e, ji ber ku ev bajarên me (taybetî Cizîra Buhtan, meskenê Melayê Cizîrî) kurd û kurdistanî ne, ji lew re êrîş dikin û ev êrîş li dij hemû Kurdistanê ne… Lê mixabin, ev gotina me pere nekir, ne jî cih girt û ew bajar hemû hatin talankirin. Qet ji bîra min naçe roja dawiyê ya şerê Cizîrê; şeva ku dewletê 163 merivên kurd di jêrzemînan de şewitandin. Sibeha roja din, rayedarekî Başûr digot: “Dewleta Tirkiyê Cizîr ji PKKyan paqij kir”..Sed mixabin, aha hişmendî û têgihiştina kurdistaniyên me ev bû.
De îcar hûn îro dibînin ku tenê kevirek jî ji aliyê Efrînê nehatiye Tirkiyê, lê Tirkî bo ku êrîş bike, wekî her carê ji xwe re hincetek çêkir û çawa ku êrîşî Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn û hwd kir, êrîş bire ser Efrîrê jî. Hûn dibînin kerasetinan tînin serê Efrînê ku emsalên wê li dinyayê tune ne. Îcar ev êrîş bi serê xwe ne bes e ku kurd li xwe vegerin, kêmasiyên demên bûrî bibînin û bi berpirsyarî tevbigerin? Bi ya min bes û zêde ye jî.
Lê mixabin em kurd ji van tiştan dersê nagirin. Heke me ders bigirtana ji xwe berî Efrînê jî mînak hebûn, ma çi hewce bû ku em bi bertekên xwe yên li hember tevgera azadiyê hêzê bidin dijminê xwe..?
Niha jî, mixabin dibînim ku piraniya rewşenbîrên derveyî welat, kompîter li ber singên wan in, xwe xwarî erdê jî nakin, û her kesî û her rêxistinê bi rihetî rexne dikin.
Ez wekî xwişkeke we ya piçûk rica dikim êdî dev ji reşkirin û gazincan berdin.! Ma ne em kurd in? Ma irf û adetên me nînin? Hûn jî zanin di irf û adetên me de gava gazinda me ji dotmam, pismam an jî ji dostekî/e me hebûya, em diçûn devê deriyê wî/ê me destê xwe li derî dixist, em diketin hûndir, me çayeke wan vedixwar û gilî û gazincên xwe di nava çar dîwaran de ji hev re dikir…û em radibûn dihatin malên xwe. Em çima niha jî wisa nakin? Em biçin mal, sazî, komel û rêxistinên hev; li hev rûnin û gilî û gazincên xwe rû bi rû ji hev re bikin, ew jî bi qedir, qîmet û bi xweşî.
Belku min hinekî dirêj kir, li min bibûrin. Dizanim dilê me tevan tije ye û em hemû jî heman tiştî dixwazin; azadî û serfiraziya welatê xwe. Lê her yek ji me bi rêbazên cuda û fikreke cuda dibêje, ev jî heta radeyekê normal e. Bes bila em ji hev hez bikin.
Di dawiyê de jî vê bibêjim: Gelek kesên ku ez wan nas dikim li Ewropayê dijîn. Bi navê kurd û Kurdistanê her kesekî rexne dikin û kêm dibînin. Lê gava têne tehtîlê, ez dinêrim ku an diçin beyoğluya Stenbolê, an Antalya, an jî bajarên tirkan ên din. Ji van kesan jî tika dikim bila hema hemî nebe jî, hema nîvê tehtîla xwe li kolanên Kurdistanê yên birîndar derbas bikin, ez bawer im ew ê baştir têbigihîjin.
Gotarên ku di Bûyerpressê de tên çapkirin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 74′ê de hatiye weşandin. 2018.2.15