Bûyerpress
Ji 20’ê çileyê ve artêşa Tirk û komên cîhadîst ên oposizyona Sûrî, êrîş birine ser gel û xaka Efrînê.
Di bin navê operasyona ” Şaxê Zeytûn” de ku ji aliyê Serokkmarê Dewleta Tirkiyê Erdogan ve hatibû ragihandin, gelê Efrînê di komkujiyan re derbas kirin.
Li vir çawa di serdema Osmaniyan de li dijî gelê ermen jenosîd an jî qirkirin pêk hatin; êdî dewleta Tirk dixwaze heman sînaryoyê li Efrînê jî dûbar bike.
Di navbera rojên 20 û 28’ê çileyê de, balafir û artêşa Tirk gelê Efrînê di 4 komkujiyan re derbas kirin.
Di van komkujiyan de bêhtirî 50 sivîl şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.
Li gorî amarên herî dawîn ên Meclisa Tendurstiyê ya Herêma Efrînê, ji ber êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê 150 sivîl şehîd bûne û 386 sivîlên din jî birîndar bûne.
Di roja 28’ê çileyê de li ser şopa Arîn Mîrkan, şervana YPJê Zelûx Hemo ku bi nasnavê Avêsta Xabûr tê nasîn, çalakiyeke fedayî pêk anî.
Bi vê yekê, Avesta bû sembola berxwedana serdemê ya gelê Efrînê û hemû şehîdên Kurdistanê.
Berxwedana serdemê li cîhanê deng veda.
Di serî de li seranserî Kurdistanê û li Ewropayê, kurdistanî ji bo piştgiriya berxwedana serdemê ya gelê Efrînê daketin qadan.
Li aliyê din; di warê siyasî de piştî êrîşa li ser Efrînê Serokkomarê Tirk Erdogan têkliyên welatê xwe bi dewletên NATOyê re aloz kirin.
Erdogan nikarîbû cudahiyê bixe di navbera xewna xwe ya desthilatê û berjewendiyên welatê xwe bi dewletên NATO’yê re…
Lewra jî hikûmeta Hollandî balyozê xwe yê Enqerayê dawetî welêt kir.
Di heman demê de Erdogan têkliyên bi Elmanya û Nêmsa re jî xerab kirin.
Li vir jî wekî ‘Heyvê’ xuya dike ku dewletên navborî ji êrîşên li ser Efrînê bi gazin in û naxwazin dewleta Tirk bi çekên NATOyê sivîlan bikuje.
Li gorî reydar û berpirsên NATOyê dewleta Tirk rêbazên tundrew dişopîne ji bo bibe xwedî gotin di NATOyê de, ev jî li gorî zagonan nayê qebûlkirin.
Li ser rûyê erdê jî Erdogan û artêşa xwe hinohino rastî hêzên Amerîkî yên li Minbicê tên.
Erdogan di axaftineke xwe de gotibû: “Çi kesê cilên YPGê li xwe bike, ew ê bibe hedefa me; û çi kesê hevalbendiya YPGê jî bike dê hedefa arêtşa Tirkiyê be”.
Her wiha Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag jî gotibû ew ê êrîşî hemû leşkerên Amerîkî yên cilên YPGê li xwe kiribin, bikin.
Hêzên Amerîkî yên li Minbicê jî bêdeng neman.
Van hêzan di civîneke çapemeniyê de ragihand ku çi êrîşa li ser wan û hevalbendên wan bête kirin, ew ê bi tundî bersiva wê bidin.
Bê guman Operasyona Tirkiyê ya li Efrînê bandoreke neyênî li ser berjewendiyên Amerîka li Bakurê Sûryayê kir.
Amerîkayê di siyasetên xwe yên nû de, di raya giştî de kaxeza têkliyên di navbera Tirkiyê û komên terorîst de bi dest xistiye. Û bi wê jî zextê li Dewleta Tirk dike.
Rûsya di warê siyaseta derve de jî dijberiya projeya Amerîkî li Sûriye û Bakurê Sûryayê kir.
Rûsya sûcdara yekem a komkujiyên li Efrînê ye.
Di dîroka gelê kurd de tê zanîn ku yekem komara kurdan di 1946’ê de li Mehabadê ji encama peymaneke Rûsî hat hilweşandin.
Gelê kurd dê tu carî mexdûriyeta Rûsyayê ji bîr neke. Ji ber ku li Efrînê jî dûbar bû.
Careke din pirs xwe dûbar dike, kî berpirsê dagirkirina Efrînê ye?
Rûsya an Amerîka ye?
Di demên pêş de dê diyar bibe.
Gotarên ku di Bûyerpressê de tên çapkirin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 74′ê de hatiye weşandin. 2018.2.15