Vê sibê çekdarên DAİŞ’ê êrîşî bendava Mûsilê kirin ku Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li wir bicîh bûne û di encam de Pêşmergeyan zêdeyî 30 çekdar kuştin û êrîş jî pûç kirin.
Di vê derbarê de Rêveberê Ragehandina Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê General Helgurd Hikmet agahî dan çapemeniyê û got: ‘’Îro çekdarên DAİŞ’ê êrîşî bendava Mûsilê kirin ku Hêzên Pêşmerge li wir bicîh in û Fermandeya Spîlk li wir bûn, şerekî dijwar derketiye û di encam de êrîş hatiye pûçkirin.’‘
Helgurd Hikmet da zanîn ku şer demjimêr 4 serê sibehê li ser bendava Mûsilê dest pê kiriye û heta saet 7 berdewam bû. Hikmet wiha axifî: ‘’Di encama wî şerî de 30 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûne, herwiha çar Hummer jî hatine şewitandin. Herwiha di vê êrîşê de Pêşmergeyek şehîd bûye û 9 jî birîndar bûne.’‘
Jêder: BasNews