Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan-Îranê (PDK-İ) Rustem Cîhangîr ragihand ku hêzên wan amade ne li eniyên berevaniyê şerê DAİŞ’ê bikin û got: ‘’Îro 250 Pêşmergeyên me bo eniyên şer hatin şandin.’‘
Cîhangîr di vê derbarê de agahî dan televizyona NRT û wiha axifî: ‘’Hejmarek ji Pêşmergeyên me bi armanca berevanîkirinê li Herêma Kurdistanê bo cepheyên şer hatin birêkirin.’‘
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistan-Îranê Rustem Cîhangîr da zanîn ku niha 250 Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistan-Îranê bi mebesta ku li dijî çekdarên DAİŞ’ê şer bikin ber bi eniyên şer hatine şandin.