Têbîn ji desteya sernivîs
Hejmara (0) weke test ji rojnameya Bûyerpress ya nîvmehane di Roja 15 – 5 -2014an de ji çapxaneyên Xanî li bajarê Dihokê li Herêma Kurdistanê derkret, gerek bû hejmara yekê jî di 1 – 6 – 2014an de derketiba lê hin rewş bûne rêgir li pêşiya derketina wê, ew jî girêdayî sînor, gitina derîsînoran û neçapkirina çapxaneyê ji hejmara me ya yekê re bûn, nepijrandina çapxanê piştî daxwazekê ji Parastin hat ku em nizanin sedemên wê çi bûn.
Me wek rêvebiriya navenda Bûyerpress bi berdewamî hewlda ku em bi berpirs û xwedîbiryaran re têkiliyê bikin ku em sedema qedexekirina çapkirinê nas bikin, lê ti daxuyan û şirove bi dest me neketine.
em bi serokê sendîkeya rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê mamoste Ciwan Mîranî re têkildar bûn, me rewşa xwe jê re şirove kir û em wî sipas dikin ku wî têkilî bi aliyên berpirs re kirin, lê me ti encam wernegirtin.
Piştî vê, me têkilî bi çapxanene din re li Libnan, Şam û Tirkiyê kir, lê buhabûna nirxên çapkirinê û zehmetiya derbaskirina rojnameyê di sînoran re careke din rê li çapkirina hejmarê girt.
Îro, piştî bendewariya bêhtir ji du meh û nîvan, me karîbû ku em li dilê Rojava, bajarê Qamişlo çap bikin bi heman bergê ku me li Herêma Kurdistanê çap dikir. Em lêborînê ji xwênerên xwe li ser derengî rawestana ku çêbû dixwazin, di rojên bê de, em bi hêvî ne ku em karibin di demên destnîşankirî de çap bikin, da ku di dema xwe de bikeve nav destê xwêneran de û em karibin tiştên sûdar ku xwênerên me razî bikin pêşkêş bikin.
Di vê hejmarê de:
Gotar û lêkolîn: Durûtiya Zimankaran, Qado şêrîn / Pênûsa reben nav tiliyan de dilihayî maye peyv “sirûş” e, ne “şirûse” e, BERZO MEHMUD
– Hevpeyvîn: Beha şêxo ji Bûyerpress re diaxive (2-2)
– Wêje: Dawiya Piyalê, Hekîm Ehmed / Pêt û Hiner, Mahîn şêxanî / Ziman, Ezîz Xemcivîn.
– Civak: Dayika Kurd û ziman, Eskerê Boyik / Komela Keran, Baê Serbest /
Û gelek mijarên dî…
Desteya sernivîse