Berpirsê rêxistinên Nînewa ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Halo Pencewînî ji ajansan re ragihand ku nêzî 50 hezar kes ji ber êrişên DAIŞ xwe dane çiyayê Şengalê û eger ta 24 demjimêran alîkarî ligel neyên kirin dê rû bi rûbin bi mirinê re.
Her wiha Penciwînî da xuya kirin ku hêzên pêşmerge li nêzî Hewlêr bi 40 k.m li dijî rêxistina terorê DAIŞ şer dikin û diyar kir ku hêzên pêşmerge bi hevkarî û hevrêzî ligel şevanên Kurd ên ji Rojava û Bakûrê Kurdistanê YPG`ê û HPG`ê li deverên Zûmar û Şengal ên Êzîdî lê nîştecihin, li dijî rêxistina terorê DAIŞ şer dikin.
Helo Pencewînî da xuya kirin ku Gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê gihîştin çiyayê Şengalê û li dijî êrişên DAIŞ berevanî li Şengaliyan dikin û got Şervanên HPG`ê û YPG`ê li devera Rebîa û Şengalê li dijî DAIŞ şer dikin û da xuya kirin ku li rêgehen din jî li Zûmar û deverên din ji rojhilat û bakûrê Mûsilê şervanên Kurd ên ji Êraq, Sûriyê û Tirkiyê hatine li dijî DAIŞ şer dikin.