Bûyerpress
Hêzên rêjîma Sûrî li gel hevalbendên xwe, duh Şemiyê li gundewarê başûrê Helebê 15 gund ji dest çekdarên Cebhet El-Nusra derxistin.
Li gorî dezgehên ragihandina xwecihî, piştî şerekî giran di navbera hêzên rêjîma Sûrî û çekdarên Cebhet El-Nusra de, êdî bi dehan kuştî ji her du aliyan çêbûn û hêzên rêjîmê 15 gundên deverê kontrol kirin.
Pêşketina hêzên rêjîma Sûrî di demekê de tê ku li parêzgeha Idlibê jî hêzên rêjîma Sûrî rûberekî berfireh kontrol kir û hetanî aniha jî di navbera wan û komikên çekdar de şer li dar e.