Bûyerpress
Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Hevpeymana Navdewletî ragihand ku ew aniha li Bakurê Sûryayê li ser wê yekê dixebitin ku Hêzên Ewlekariya Sînoran ava bikin, ku dê li jêr fermandariya HSDê be.
Berpirsê Têkiliyên Hevpeymanê Thomas F. Veale ragihand ku ew aniha xebatên xwe li ser avakirina hêzeke ku ji 30 hezar leşkerî pêk were, dikin; da ku seranserî sînorê Bakurê Sûryayê biparêzin.
Heman berpirsî ragihand ku Hêzên Ewlekariya Sînoran, dê ji 15 hezar şervanên HSDê yên berê û 15 hezar leşkerên nû pêk werin, da ku li ser sînorên Tirkî û Iraqê, û li qeraxa Çemê Feratê bi cih bibin.