Bûyerpress
Der barê xwepêşandanên ku aniha li Rojhilata Kurdistanê bi rê ve diçin de, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanî (PJAK) daxuyaniyek derxist, tê de piştgîriya xwe ji xwepêşandanan re nîşan da û bang li gelê Îranê kir ku tevlî tevgerê bibe.
Di daxuyaniya xwe de PJAKê bal kişand ser wê yekê ku hin alî hene vê raperîna gelêrî bi zanebûn bi rewşa aborî ve didin girêdan, “Lê belê sedemên hemî pirsgirêkan, girêdayî rewşa siyasî ne”.
Ji aliyê xwe ve Partiya Demoqrata Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê bi daxuyaniyeke hevbeş piştgîriya xwe ji xwepêşandanan re nîşan da û bang li civaka navdewletî kirin ku palpiştiya vê tevgera gelêrî bike.