Bûyerpress
Li bajarên Rojhilata Kurdistanê û Îranê, zêdetir ji 3 rojan e ku xwepêşandanên li dij rêjîma Îranê li dar in û li gorî agahiyan, hetanî niha 4 xwepêşenderan jiyana xwe ji dest daye.
Li bajarê Dirûdî yê devera Loristanê, ji encama gulebarana polîsên Îranî li ser xwepêşenderan, 3 xwepêşanderên sivîl jiyana xwe ji dest da û li bajarê Zencanê jî sivîlekî jiyana xwe ji dest da.
Herî dawî jî bi hezaran welatiyên Tehrana Paytext daketin kolanan û li dij siyaseta Îranê ya derve û rewşa aborî, nerazîbûna xwe nîşan da.