Bûyerpress
Serokê Amerîkayê Donald Trump êvara Duh Çarşemê ragihand ku Qudis, paytexta Israyîlê ye û aniha dema wê yekê hatiye.
Di gotareke televizyonî de, Trump got ku aniha amadekarî tên kirin ku balyozxaneya Amerîka ya li Til Ebîbê, ji bo Qudsê bê veguhastin.
Her wiha Trump got ku ev mafekî rewa yê Cihûyan e û got ku dê hemî pêkhateyên olî di nava Qudsê de, jiyana xwe ya yasayî berdewam bikin.