Bûyerpress
Îro danê sibehê li Kampa Mexmûrê ku li Başûrê Kurdistanê ye û penaberên Bakurê Kurdistanê tê de ne, bi rêya otombîleke bumbebarkirî teqîneke xwekujî pêk hat, ji encamê 3 şehîd û 7 birîndar hene.
Her wiha duh êvarê jî li kampa Mexmûrê, firokeyeke nediyar, Hêzên Ewlekariya Mexmûrê topbaran kir, ji encamê şehîd û birîndar hene.
Kampa Mexmûrê ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatiye avakirin û piraniya kesên tê de, ji Kurdên Bakurê Kurdistanê ne.