Bûyerpress
Di çarçoveya çalakiyên leşkerî yên Helmeta Bahoza Cizîrê de, Hêzên Sûryaya Demoqratîk gundê Swêdan ku li rojhilatê Dêra Zorê ye, ji dest çekdarên DAIŞê rizgar kir.
Fermandarekî Meclisa Dêra Zorê ya Leşkerî da zanîn ku tevahiya gundê Swêdanê duh Şemiyê hatiye rizgarkirin û aniha li gundê Ebû Hemam şerekî giran li dar e.
Ragihandina HSDê ji aliyê xwe ve ragihand ku ji encama şerê Swêdanê, 7 şervanên HSDê şehîd bûne û 72 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.