Bûyerpress
Behzad Dawûd
Çawa ku berfa giran bo bav û bapîran dîrok û amaje bû, koçberiya bi kom a 2015’ê jî, dê bibe dîrok û amajeyek bo zar û neviyan.
Her koçberek çîrok û serpêhatiyeke wî heye, nexasim dema derbaskirina Deryaya Îce ku di nava qeyikên plastîk de bêhtir ji 10 malbatên ji ol, netewe, civak û welatên cuda bi egera yekçarenivîsê diciviyan, binav bûn.
Lewma piraniya wan, pirtûkên xwe yên pîroz di paşil an jî di buxçikên xwe de dihilanîn; ji bilî bangên tirsê yên “ya Allah û ya Xwedê .”
Yên bêol jî xwe dida nasîn, lav û tika ji Yezdanê xwe yê perwerdegar dikir ku wan çend demjimêran biparêze…….
Bi giştî, tevahiya wan Xwedênasan soz didan ku piştî lingên xwe li ser bejahiyê danin, dê ew qas alîkarî û diyarî bo hejarên li pey wan mayîn terxan bikin; lê beşê herî mezin ji wan, bi avêtina êlekan li ber qiraxa deryayê re; soz û peyman, û dibe ku ol jî avêtin ser qûma qeraxên Îce.
Xort û zilaman rihên xwe kur kirin. Simbêl jî yekser li gel cil û bergên ku gemara her deh welatan li wan girtibûn, avêtin.
Kom bi kom berê xwe dan serşokan, lê ji ber nezanîbûna bi çawaniya karkirina alavên serşuştinê, peywendî bi wergerên ziman ên li kampan kirin da ku wan hîn bikin.
Jin jî, heman tişt..
Wê maweyê dirêj nekir. Saziyên wan welatan êdî li gora prensîpên niştecîkirinê ku her endamek ji malbatê dibe xwedan odeyeke taybet, dest bi dabeşkirina xaniyan bo wan malbatan kir.
Piraniya wan, an jî 95% di xaniyên pak û temîz de bi cî bûn, û bûn xwedan kertên bank, saxlemî, veguhastin û hwd…
Di rewşa nuh de gelek diyardeyên rojhilatî yên kevneperest, serî rakirin û bi taybet der barê fişara li ser jinê û bazirganiya bi keçan.
Berovajî wê jî, degelbûna jinan û xwepiştgirêdana bi yasayên Ewrupî bo armancên nepak.Nimûneyên zindî pir in.
Hene ji wan ku tenê piştî gihiştina xwe bi çend rojekî, xwe ji zilamê xwe cuda kirin. Hene bo dema çend mehan zilamên xwe bi hêza yasa ji malên xwe der kirin û niha li kampan bi cih bûne….Li beramber jî, zilaman çavên xwe berdan derveyî malan, ked û azarên jinên xwe ji bîr kirin ku bi salan li jêr xanîkên kavil û tim dilop de, jiyabûn.
Ev diyardeya xerab mîna nexweşiya penceşêrê di civaka penaberan de belav bû; bi taybet Sûrî, çi Kurd, çi Ereb û ya diltezîn ew e ku rêjeya pir a pirsgirêkan li ser bidestxistina kerta diravê zarokan e.
Duyemîn diyardeya xerab, zarok û zimanê dayîkê ye:
Ya balkêş ew e ku zarokên Kurdan ên ku ev salên dirêj in li van welatan ji dayîk bûne , bi Kurdiyeke parzûnkirî ji tîpeke biyanî, diaxivin..Berovajî wê, zarokên penaberên nuh bi zimanê welatê nuh diaxivin û bi piştgîriyeke tijî hovitî ji dê û bavan .
Behaneya pûç jî, heman behaneya malbatên Kurd li Heleb ,Hums û Şamê ye “Bila hînî ziman bibin da ku jiyana wan hêsan be”.
Diyardeya din a xirab, zûxwejibîrkirin e:
Piraniya penaberên nuh ji bin kon û tenekên kampên Başûr û Bakurê Kurdistanê ne. Yê rewşa wî herî xweş ji wan, di kavilekî de kirêçî bû, yan ji mala xwe ya bê av, kehrebe û sûtemenî reviyabû.
Û beriya hatinê berdewam temaşevanê kenalên ragihandinê bû, bo naskirina çawaniya rêkên koçberiyê, zanyariyan werbigre…
Lê bi dîtina xweşî û aramiyê, êdî xwe nabîne ji wî gelî û eger raportekê li ser kampa xwe ya berê dibîne, yekser li kenaleke din temaşe dike.
Ne tenê wisa , mixabin dema ku Kurdistan di bin gefa nemana bi yek carê de be, ji koma sedhezarên Kurd (Yên nuh), tenê 500 an 1000 kes di çalakiyekê de amade bibin û ji wê komê jî 50 ta 100 kesan rûdiyar bin li hemû çalakyan…ev yak jî cihê daxeke mezin e.
De binêrin li diyardeya hew jê erzantir:
Bazara jinan geş bûye û nirx her ber bi bilinbûnê ve ye.
Keç bûye derdê bav û dê (Xwedê giravî), çimkî azadî berfireh e û sînordanîn bo keçan zor e.
Lê dema daxwaza wê keçê bo şûkirinê (Zewac) dibe, yekser malbat bazarekê mîna firotina ajalekê vedike û bi diravekî yekcar zor, difroşin. Nirx jî ji 30 hazar Yoro ta 50 hezarî ye.
Di dûmahiyê de rêjeya nerênî bi ser ya erênî ketiye û mîna hemû pêkhateyên din ên Rojhilata Navîn, Kurdê li wan welatan qet venagerin û ev pêşbînî rastiyek e.
Çawa Kurdistan warê bav û bapîran bû, Ewrupa jî dibe warê zar û neviyan.
Û tiştên ku xelkê ji girêdana bi axa bavan ve girêdidin, roj bi roj ber bi jinavçûnê de ne.
Ji ber wê yekê, em ê her dem di pratîkê de bêdewlet, der bi der û riswa bin; û di mejiyê xwe de bi çend diravekî ji alîkariyan, dewlemend bin.
Em in Dewlemendên Parsek.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 69′an de hatiye weşandin 15.11.2017