Bi awirên wan çavan
Min nekuje
Li ser reşkên bijankên min
Girava evîna xemkulî ava neke
Dûr be
Di newalên miçiqî de
Awazên evînê nerêsîne
Naxwazim ez û evînê
Hîn zêde biêşin
Ku xulekekê jiyan sekinî
Û para me di wê xulekê de
hebû
Min di kendalên evînperestîya xwe de veşêre
Û destên min bernede
…………………………………………
NIZANIM
Nizanim agir e yan av e
Nizanim tav e yan baran e
Nizanim zivistan e yan buhar e
Nizanim xew e yan xeyal e
Nizanim bêrîkirin e yan jibîrkirin e
Nizanim evîn e yan nefret e
Lê ya ez dizanim
Tu yî
Û dil li te digerî
Û biêş dizivirî
Bes tu li ku derê yî
Nizanim
…………………
Helbesta min bê ûd bûye
Helbesta ku min
Di paş mijdûmana
Ewrên hestên te de
Nivîsandibû
Îro dema tu di wê mijdûmanê de
Di ber helbesta min re derbas bûyî
Te, ne ez
Û ne jî helbesta min dît
Tevî ku hest
Bi navê te jan vedidan
Û min jî bi tîna hatina te mij dikuşt
Lê dîsa wek her carê
Te çavên xwe
Ji dîtina min girtin
Û helbesta min
Ji xemsarîya xwe bê ûd kir
Cîhan Hesen, xelka Kobanê ye lê jidaykbûya gundê Ferîqan ê Serê Kaniyê ye.
Di 1996’ê de çavên xwe li jiyanê vekirine.
…………………………..
Evîna te ziranekî bibanî ye
Te li ser dilê min daniye
Ger te evîna xwe rojekê rakir
Û barê dilê bê ûmîd giran kir
Giyanê min ji te re dîyarî ye
Evîna te guleke biistirî ye
Te li ser dilê min de çandiye
Ger te rojekê stirî di dil çik kir
Û bihna gulê ji ser dil rakir
Xwîna min ji te re lehî ye
Çavên kilkirî jî
Ji tarîtîya dilê xembar re ronahî ye
Ev e evîna te
…………………………………………………………..
Ger tu çûyî
Helbesta min bi xwe re
Bibe
Û hemî hestên evînî jê daweşîne
Êdî para hestên min tê de
Namîne wê demê
Û malik bi malik
Bila ew evîn ji dilê
te veqete
Evîna min jî di nav wê de
Malevanî bi destên xwe de derxe
Eger bibe jî
Yan nebe
Jiyana min
Di wê kêlîyê de bila biqede
Jixwe dizanim wê
Hêvîyên min bi perikên şikestî
di esîmanê
Welatê min de bifirin
Çavên min di dê çûyîna te de dê
Kor bibin
Ger tu çûyî,
li ser evîna min nelorîne
Êdî evîna te ji bo min kîn e
Hetanî bi Bakaloryayê xwendina xwe didomîne, lê di pê Şoreşa Rojava û vebûna dezgehên ziman û wêjeya Kurdî re, êdî di biwara çand û wêjeya Kurdî de xebatên xwe didomîne.
…………………………………
Di nav rêzên tayên porê
Rojê yên zêrîn de
Kezîyên te dihunim
Û çavbelekîya te
Di sibehîya berbanga rojê de
Xweşik dibe
Li çavên min
Dîtina rûyê te
Di pencereya odeya min e
Xemgîn de hawirdorê
Şadiyê li min diweşîne
……………
Şeva ku
Ez li ser awazên evîna te bi heyvê
Şa nebim
Di wê şevê de ez
Ez gunehkarê esîmanê welatê xwe me
Û nemafdar im ku
Te roja din bibînim
…………………………………
Min dixwest
Di kêlîya dîtina te de
Xwe bigihanda quntaza
Guliyên te
Û gulbeybûnên welatê xwe
Tê de girê bida
Di nava tofana wê
Xwelihevşaşbûnê de
Di qireksînga te de
Agirê hezkirinê hêdîka
Bitemranda
Lê ez çi dîn bûm
Bê tevdîr bûm
Ji min nehat
Ku min xwe di hembêza te ya
Bikeder de bipêça
Û min şerbeta meynenoşê
Di nav tasikên destên te de
Dabiqurtanda
……………………………………..
Ku çirûskên bêrîkirinê
Di nav dilê te de
Pijiqîn
Berî ku laşê te
Di nav agirê xwe de
Bişewitîne
Û dûmana tenêtîyê
bi bîra te bîne
Hinekî
Di nav kolanên bajarê min
De bisekine
Raweste
Bê deng be
Û solixeke kûr
Bikişîne
Pê re
Janên bajarê min
Bihn bike
Ew bihn
A porspîbûna min e
Cîhan Hesen, bi rengekî sipehî û bi wêneyên nûjen, helbesta xwe dihûne.
Ji helbestê pê ve, carinan nîvsarên wêjeyî û kurteçîrokê jî dinivîse.
………………………………………
Şivanê şevê
Şev di reşahîya xwe de
Li benda hatina te ye
Ez jî di tenêtîya xwe de
Li benda ronahîya
Dilê heyvê mam me .
Her şeva ku
Tu dibî şivanê şeva tarî
Ez jî dibim
Bêrîvana heyva ku tu jê re şivantîyê dikî
Bi awazên hestên
Bilûra dilê te di wan şevan de
Ez di xew re diçim
Bi aramîya tenêtîya xwe
Heyv odeya esmanê min dilzîz dike
Û hestên evîna te dil dorpêç dikin
Heyv û stêrk
Şevbuhirka şivantîya te
Bi bêrîvantîya min re
Tameşe dikin
Û evîna xwe
Bi me re dijîn
Şeva ku tu tê de nebî şivan
Şivano
Evîn di hinavê dil de
Kedî dibe…
Şivanê şevê
…………………………………..
Ku tu li hespê dilê min
Siwar bûyî
Tu yê di çolistana xurbetîyê de
Li çemekî rast werî
Di binahîya ew çemê
Biçêj xwînê de
Rahêje rondikên çavên min
Û xunava êşikên min vexwe
Bila tu jî bi min re bibî heval
Hevalê yek janê
Jana yek derdî
Derê yek jiyanê
Ew jî jiyana bêkes
Û li wir
Em ê li bazê
jiyana vala derdên xwe siwar bikin
Bi hev re bi fira azadîyê bikevin
Û di bin destbaskên
Welatê xwe de
Venijin
……………………………
Ji goşeyên bajarê
Jangirtî bihneke dihat
Bihneke mêjîyê min
Tevlîhev dikir
Digotin ku ew
Bihna meya giyanê te bû
Heta ku min
Xwe ji vê
Bihnê
Rizgar bikira
Û
Ber bi bîranînên
Te ve tu carî ku neçûma
Diviya bû min
Di her şev û berbangê de
Qehweya
Jibîrkirina te vexwara
Dîsa jî bihna evîna te xwe ber dida
Kendalê dilê min
Û ez bernedidam
Û bernedam
Va ye dilêşo
Bihna te êdî ji min jî tê
Xelata Kurteçîroka Kurmancî wergirtiye û di çend kovar û rojnameyan de hêj jî dinivîse.
Berhemeke wê ya helbestî bi navê“Di Navber Şev û Berbangê de” aniha li ber çapê ye.
………………………..
Ba hênik tê
Derya bi dizî dibeze
Pêl bi şermbûn diheje
Dar bi baldarî porê xwe şeh dike
Xweza bi delalî gulîyên xwe yên nazdarî dihune
Çîya bi hezkirin kulilkan hembêz dike
Ax bi dilzizî keviran maçîd dike
Çivîk
Bi awazên xuşinîya deryarê re
ketine pêşbirkê
Buhar serxweş bûye
Ez jî bi bîranînên te
re ketime nav buhara evîndaran……
Xwezî tu li vir bayî
Û bi buharê re serxweş
Û sermest bibayî
………………………………..
Bagrokeke beloqî
Li ser avrêja tayên porê te re baz dide
Arpijîneke narincî
Di bedena min de gur dibe
Girnijîneke şikestî xwe ber dide
Ser rûyê min
Bihna çîçeka adarokê mêjîyê
Min gêj dike
Dîdareke efsûnî
Bi çavên te re peyda dike
Di her şevê de
Hêvîdar dibim
Ku ez nêzî sînorê bajarê te me
Û bi hilimkirina bihna te re şevê
Li ser esmanê gewre re diborînim
Û stêrkan bi bihna te geş dikim.
…………………………
Dema ku ez te bi bîr tînim
Agirdûmana bêrîkirinê
Xwe berdide nav laşê min
Dûr be her gav,
Neyê bîra min
Û bi dîtina xwe min
Sirgûnî agirgehan neke
Va ye helbesta ku min ji bo te
Di eywana
Dilê xwe de
Nivîsandibû dişewite
Êdî ku kela bêrîkirina te
Ji nav dilê min rabe
Nikarim bi nameyekê jî
Vemirînim
Ji ber ku ximava
Pênûsa min miçiqiye.
Ew ji bêhêvîtîyê binax bûye
………………………………….
Biçe
Ku daxwaza te çûyîn e
Biçe dizanim tu yê
Tenê bi laşê westîyayî re
Bijî
Di daristana poşmanîyê de
Roj bi roj
Lêvên xwe gez bikî
Û behra êşikan wê li te
Der bibe
Tu yê
Zêmara reşgirêdana
Destmala xwe
Li Mêrdînê de darve bikî
Bes ji bîr meke
Hestên evînokî li dûv te
Sêwî dimînin
…………………………………………….
Gotinên te di şopên
Rêyeke dirêj de dilukumin
Ne êşê dibêjin
Ne jî evînê
Her gotinek kefenê jibîrkirinê
Li ser dilê xapînok radixe
Û xeyalên ku
Di xewnên bêwext de
Hatibûn jiyîn
Heram dike
Gotinên sexte derbasî
Vî dilî neke
Bila
Ez fêrî qaçaxîyê nebim
Êdî dil bi sînor dikim.
Tu jî di rêya xwe de
Bilukume…
…………………….
Wê rojek were
Ku pelên êşomayî
Ji dara narvîna rûreş biweşin
Wê hestên hêvîker
Di seqema bayê xunavgirtî de
Biwelidin
Dê xwe di nav nazdariya
Tayên porê şadwarîyê de
Winda bikin
Ez jî
Ji tîna henaseya axîna te
Welato
Xwe ji êşên jiyanê hişyar bibim
………………………..
Aramiya ku
Di bin heyva çardeşevî de
Hatibû rêsandin
Bila
Li ser mijankên rûbarana dilê hêvîdar
Werin berhevkirin
Ji bo ku evîna şivanê şevê
Bi stêrkên bêrîvan re
Hestên dilgirtî
Bi bask bikin
Û di nav perikên evîna xwe de
Azad bikin
Û de bila şivan û bêrîvana evîndar
Evînê bi aramî rizgar bihêlin
…………………….
Demsalên ku di bin fîxana dengê dilê te de
Hatine avakirin
Pênc in
Buhar
Havîn
Payîz
Ziviatan
Û demsala ku evîna te tê de
Vejiyaye
Lê hemî jî ne wek
Demsala evîna te ye
…………………………………..
Dîsa bû toz
Girîyê di nav çavên payîzê de
Hatina bêwext pelên narvîna rûreş
Di şeva stêrk rijandî de
Pel bi pel sêwî kir
Şirqînîya awirên windayî
Deng veda
Bes hawara dengvedanê
Ji rehjena gihiştina giyanê razayî
Nedihat bihîstin
Di wir de
Govenda xatirxwestinê
Li ber mîrata mirinê
Dîsa destpêkir
……………………………..
Welatekî ku
Ala wî rengên çavên te be
Awazên sirûda wî kenê te bin
Azadîya wî germahîya hembêza te be
Welatîya wî ez be
Û evîna wî jî tu bi xwe be
Ji te dixwazim dildaro
……………………………..
Heger tu werî
Ez ê rengê evîna te
Li hemî wênesazan belav bikim
Ji bo ku tabloyeleke tijî hezkirin
Bi rengê eşqa te çêbikim
Û pê pêşwazîya te bikim
………………………………………..
Aniha
Di vê çerxê de
Berîya ku şev bar bike
Û berbang veciniqe
Ka em dengê xwe
Li dîwana Melayê Cizîrî bigerînin
Bi simfoniyeke sofîtî bihêlin
Rîtm bide
Bi xwe re
Ehmedê Xanî
û Melayê Bateyî
ji gornê hişyar bikin
wan jî tevlî zikra evîna şevê
Û jana berbangê bikin .
…………………………………………..
Ez ê boxçeya derdên xwe
Li pişta vê helbestê siwar bikim
Di şaneşîna nêrgizan de
Bi zimanê êşê
Û bi kezîyên Zînê
Di rihê vê helbestê de daliqînim
………………………………
Bila carek be
Ew jî îşev
Were
Bêtirs were
Destmêja xwe ji
Bendewarîya min bike
Û bi bayê şefeqê re
Du riketên evînê bike
Piştre biçe.
………………..
Simbilên kezîyên min
Êdî bi gazincên şevê re xwe
Binax dikin
Şev jî bêriya te dike.
…………………..
Îşev
Şev jî
Ji gotinên te yên sûcdar şerm dike
Ez jî di navberê de dilerizim
Heta ku tu
Li virî
Û çavên xwe nîşanî min didî
Ji min nayê ku bibim gunehkara
Wan gotinan
Çavên xwe
Nîşanî min nede nikarim barê wan
Çavan
Bi pêlkirina wan gotinan rakim
Nikarim
Ma tu nizanî
Di hebûna te de
Gotin ji min der nayê
Û bê bersiv dimînim
………………………………………
Îşev
Bayê ku li asoyên porê te dikeve
Bi ser rûyê min î çilmisî de berde
Êşikên jangirtî ji nav jiyana min a xembar rake
Hestên koçber biwar bike
…………………………………
Di şeveke ducanî de
Hawara straneke ku bangî azadîya te dike
Li esmanê hestjanîya welatê min za
Min nedixwest ku bi qîrîn û jan be
Lê malzaroka welatê min bi xwe re şên kir
Û hemî der bi xwe re hêmin kir.
…………………………………
Şivanê şevê
De ka di amedebûna heyvê de
Çavên min bi kildanka kilê şevê kil bike
Min dil heye ku
Îşev
Bi kilê çavên şevê
Li te binêrim
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 69′an de hatine weşandin 15.11.2017