Bûyerpress
Yekîneyên Parastina Rojhilat ku girêdayî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê ye, bi rêya daxuyaniyekê hişyarî da desthilata Îranê û got ku eger topbaran Îranê dom bike, dê bersiva wan bersiveke tund be.
Di heman daxuyaniyê de hat ku firokeyên Îranî deverên Çiyayê Asosê bi giranî topbaran kiriye û ji encamê ziyaneke mezin gihaye mulk û samanên gundiyan.
Yekîneyên Parastina Rojhilat di daxuyaniyê de ragihand ku eger ev topbaran dubare bibe, ew ê mafê parastina rewa bi kar bînin û bêdeng nemînin.