Melik Ebdilah kurê Ebdilezîz, melikê Erebistana Siûdî got: ʺŞerm e ku tundrew canê ku xwedê kuştina wî heram kiriye dikujin…û xwe bi weşandina wê paye dikin, heta ku wêneya Islama zelal û pak û mirovane girik kirin û hemû pesnên nebaş pê ve kirin bi kiryar û zordariya xweʺ
Şahê Siûdî berdewam dike: ʺHeta ku çi kesê rastiya Islamê nas neke, bawer dike ku tiştê ji van xayinan dertê ji peyama pêxemberê dilovaniyê ye, silavên xwedê lê bin, ew pêxemberê ku xweda li ser gotiye ku şandina wî ji cîhanê re dilovaniyek eʺ.
Melik Ebdilah di gotineke xwe de ji gelê Islamî û gelê Ereb re ji serok û zanyarên umeta Islamî re got: ʺ Gerek e ku win derbarê heqiyê bi erkê xwe rabin, ev kesên ku Islamê direvînin û ji cîhanê re pêşkêş dikin ku ev ola xirabî, kîn û tundê ye, gerek e /serok û zanyar/ di riwê wan de bisekinin, gotina rast bêjin û di rastiyê de ji gazina kesekî netirsin, umeta me di qûnaxeke dîrokî hestyar de ye, wê dîrok dîdevan be li ser kesên bûne alavek ku dijmin bikar tînin ji bo perçekirina umetê û girikirina wêneya Islama pakʺ.
Li ser biraderên Filestînî jî melik axivî û got ku xwîna wan tê rijandin di komkujîne ku tukesî nas nakin û tawanên cengê li dijî mirvatiyê bê lêvegereke mirovî yan exlaqî dibin.
Di gotina xwe de Melik Ebdilah jibîr nekir ku bêdengiya civaka navnetewî derbarê bûyerên herêmê rexne bike: ʺEv civaka ku bêdeng ma tevî ku tiştê li herêmê bi giştî li ber çavên wan bû, guhnedan tiştê dibe weke ku ev mijar ne bi wan ve girêdayî be, ev bêdengî bê berpêk e, ew tênagihêjin ku evê bibe sedem ku nifşek derkeve baweriyê neyîne bi tiştekî ji bilî tundê li dijî aştiyêʺ.