Biryar e roja Dûşema bê derîsînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê were vekirin, ku demeke bi awayekî fermî girtî ye.
Di vê derbarê de Berpirsê Desteya Gehandinê ya Kantona Cizîrê Telal Mihemed ji BasNewsê re got:
‘’Biryar e roja Dûşema dahatû Deriyê Sînor ê Pêşxabûr-Sêmalka ji herdu aliyê Başûr û Rojavayê Kurdistanê ve were vekirin.
Ji aliyê herdu aliyan ve biryar hatiye dayîn. Destpêkê deriyê sînor ji bo karûbarên însanî, bazirganî û çûn û hatina şandên siyasî tê vekirin.’‘
Telal Mihemed wiha axifî: ‘’Piştî vekirina deriyê sînor, qonaxa duyem a organîzekirina çûn û hatinê dest pê dike. Herêma Kurdistanê jî wek hevwelatiyên her welatekî din pêşwaziyê li hevwelatiyên Rojavayê Kurdistanê dike û her hevwelatiyekê Rojava dikare 15 rojan li Herêma Kurdistanê bimîne.’‘
Derbarê çawahiya lihevkirin û derxistina biryareke wiha de jî, Mihemed got: ‘’Ez nizanim ew biryar çawa hatiye dayîn û haya min ji hîç danûstandineke navbera hikûmeta Kurdistanê û Kantona Cizîrê de nîne, lê bi baweriya min bandora wê nameya Ocalan heye ku ji Barzanî re şandibû.’‘
Jêder: BasNews