Bûyerpress
Duh berêvarê komikên girêdayî artêşa Tirkiyê, gundê Îska yê girêdayî navçeya Şêrawa bi giranî topbaran kir.
Li gorî ku hat ragihandin, komikên ku li Kelha Sem’anê bi cih in, gundê Îska yê Kantona Efrînê topbaran kirin û der barê qurbaniyan de, tu agahî nehatine bidestxistin.
Deverên Efrîn û Şehbayê, zêdetir ji çend salan e ku bûne armancên topbarana Tirkiyê.