Serpêhatiyên Kurdan
Seydayê Tîrêj
Dibêjin Qulingek hebû her sibeh dihat ser naqûsa kenîsê zelq dikir. Ne rojek ne dido, dergevanê kenîsê ji keşe re got.
Keşe got: Ma em ê çi bikin, heywanekî Xwedê ye.
Dergevan got: Xem nake îşê wî li cem min e.
Dergevan rabû tasek tijî eraq (mey) kir, sênîk tijî goştê devê kir û xesek hûr kir, her sê li dor naqûsê danîn.
Quling serê sibê wek berê hat bi ser naqûsê de zelq kir.
Li dora xwe nerî, eraq, goşt û xes dîtin.
Pêşî ket ser goşt têr xwar, paşî hat xes jî xwar û dûre tî bû, ket ser wê eraqê ew jî vexwar.
Demek pir neçû ji eraqê sergêj bû, diçû wir de û dihat vir de, nema ber xwe didît. Ji ser pişta kenîsê hate xwar û li erdê ket.
Dergevan di ser re sekinî û got:
-Mîrat, eger tu File baya bi ser naqûsê de zelq nedikir. Eger tu Misilman baya eraq venedixwar. Eger tu Cuhû baya goştê Devê nedixwar. Eger tu Êzîdî ba te xes nedixwar.
Naxwe kesê bê ol kuştina wî helal e.
Rabû serê wî jêkir.
Her wekî Tîrêj gotiye:
Kesê bê ol be guh nadî gunahan
Çi araq û xes û goştê Deva bî
Li cem koran çi ferqe ey birader
Çiko roj be çi tarîka şeva bî.
Têbînî:
Di hejmara 67’ê ya Rojnameya Bûyerpress de, serpêhatiyek li jêr navê “Tu Çi Bikî Wê Bêye Pêşiya Te” hat weşandin, ew serpêhatî ya Seydayê Tîrêj e.
Ev serpêhatî di rojnameya Bûyerpress, hejmara 68′an de hatiye weşandin 1.11.2017