Bûyerpress
Perlementoya Herêma Katalonyayê ku girêdayî Dewleta Ispanî bû, bi piraniya dengan serbixwebûn û parçebûna xwe ji Ispanyayê ragihand.
Di 1ê Cotmeha 2017’an de, Herêma Katalonyayê referandom li dar xist û bi qasî 90% ji miletê wê, ji bo serbixwebûna gotin “Erê”.
Tevlî nerazîbûna Medrîd û çend welatên din, serbixwebûn hat ragihandin û bi dehezaran ji welatiyên Katalonyayê bi vê hilkeftê daketin kolanan.