Bûyerpress
Hevpeymana Navdewletî ya Şerê li Dij DAIŞê ragihand ku li seranserî deverên şer, Helwêr û Bexda gihane rêkeftineke agirbestê di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqî de.
Her wiha hat ragihandin ku ev agirbest, piştî têkiliyeke telefonî di navbera Wezîrê Derve yê Emerîkî Rêks Têlirson û Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanî de hatiye.
Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, dê tîmeke hevbeş ji hêzên Pêşmerge û yên Iraqî bikevin di nava hemahengiyê de, da ku li deverên nakokdar belav bibin.