Taybet Bûyer – Silêmaniyê
Dema ku min di hundirê perlementoya Tirkiyê de piştgîriya referandoma serbixwebûna Herêma Kurdistanê kir, wekî hestîryayê bi wan re çêbû, tiştek di dest wan de nema, hetanî ku Serokê Perlementoyê dikir min ji perlementoyê biqewirîne.Serokê Perlementoyê ji min xwest ku ez di cî de lêborînê bixwazim, min gotê ne xem e, bihêle ez axaftina xwe bi dawî bikim, da tu bizanî ez ê çi bibêjim…
–Duh min dît ku çawa mirin dibe sedema jinûvejiyana hin kesan, Mam Celal duh di dilê 40 melyon Kurd de ji nû ve ji dayîk bû û dê her û her di dilê Kurd û Kurdistanê de bimîne.
–Çarenivîsa Herêma Kurdistanê girêdayî Rojava û Bakurê Kurdistanê ye, qeder me digihîne hev.
–Eger tu pirsa dijîtiya di navbera partiyên Kurdî de li kîjan parçeyî be ji min bikî, ez ê bêjim ji muhermatan e.
–Ez bawer im ji bêyî Kurdan dê projeyên aştiyê li Suryayê bi cih nebin.
–Dema ku HDPê di sala 2015’an de tevlî hilbijartinan bû, hikûmeta Erdoxan gelek pîlanên dijminane bi kar anî û bi awayekî beloq dest bi gefan kir.Ez dikarim bibêjim ku em li 400 deveran rastî êrîşan hatin.
–Di hundirê perlementoyê de, tenê partiya HDPê rikbir e.
–Em daxwaza wê yekê nakin ku tevahiya partiyên Kurdan bibin yek partî, lê hetanî ku ji wan bê, bila di nava çend partiyan de yekîtiya xwe bi cih bikin.
– Osman Baydemir kî ye?
Ez di sala 1971’ê de li gundekî Amedê ji dayîk bûme, û eger tu pirsa nasnameya min bikî, ez ê bibêjim ku ez yek ji wan kesan im ku xebat di ber doza gelê Kurd de kiriye û hêj dike.
Her wiha -Mixabin- min tevahiya qonaxên jiyana xwe di nava xebatê de bihurandiye û herî kêm jî ev heye 25 sal ku ez di biwarên mafên mirovan, demoqrasî û wekheviyê de dixebitim.
Di sala 1990’î de, ez li zanîngeha “Dîcle”yê tevlî kulêja mafnasiyê bûme û dema ku di 94’ê de min xwendin bi dawî kir, piştî çend rojan bûm endamê Komîteya Mafên Mirovan û di pê 13 rojan re ez tevlî birêvebiriya komîteyê bûm…ji hingê ve ez di nava xebatê de me.
Dikarim bibêjim ku jiyana min a siyasî ji destpêka salên 90’î ve dest pê bûye, ji ber ku li Rojhilata Navîn-nemaze li Kurdistanê- mirov di nava siyasetê de ji dêya xwe dibe û zarok li Kurdistanê zû bîrewer dibe; berovajî Ewropayê, divê ku li Ewropa temenê mirov bigihîje 18 salan heta ku tê bigihîje ka çi li derdorê dibe, lê li Kurdistanê, di 8 saliyê de zarokê Kurd ji derdora xwe hay dibe.
– Der barê bername, armanc û hewlestên Partiya Demoqratîk a Gelan de tu dikarî çi bibêjî?
Aniha pirsgirêka herî mezin li seranserî Tirkiyê, çareserkirina doza Kurdî ye. Bi bîr û bawerî dibêjim ku eger doza Kurdî li Bakurê Kurdistanê çareser nebe; dê aştî û demoqrasî pêk neyên, ji lewre partiya me di hebûna xwe de wekehviya hemî ziman, çand û pêkhateyan bingeh digire, ji vê yekê em dibêjin ku li Rojhilata Navîn tevahiya miletan ji hev cuda ne, lê di babeta mafên xwe de wekehv in.
Eger em bi vê nerînê tev bigirin û xwezaya her miletekî binasin, dê ev yek bibe bingeha wekheviyê. Helbet partiya me wekheviya di navbera jin û mêr de pêk tîne, her wiha mafên hemî pêkhateyan diparêze û hetanî bi mafên xwezayê jî diparêze.
Em azadiya Kurdan dixwazin û di ber aştî û demoqrasiya miletên din ên wekî Turk, Faris û Ereb de berevaniyê dikin…ji ber ku em di wê baweriyê de ne eger miletê Kurd azad nebe, dê miletên din jî bi hêminiyê şad nebin.Em di çareserkirina pirsgirêkan de, rêya hevpeyvînê dişopînin.
-Partiya Demoqratîk a Gelan, di dema îroyîn de rewşeke hestiyar dijî, nemaze piştî zindankirina Hevserokê wê. Gelo sedem çi bû ku partiya HDPê giha vê astê, û gengeşeya we û hikûmeta Turkî giha kû derê?
Mixabin..
Dikarim bibêjim ku yekem car e di dîroka Tirkiyê de em bi palpiştiya gelê Kurd 80’î kursiyan di perlementoyê de bi dest dixin; vê yekê hêla ku metirsiyek li bal dewletê peyda bibe.
Dewletê digot ku ev dewleteke neteweyî ye; me jî digot ku ev dewlet ne taybet bi yek neteweyê ye, lê belê dewleteke pirnetew e û gelek çand û baweriyan di nava xwe de vedihewîne.
Piştî ku em bi 80’î kursiyan derbasî perlementoyê bûn, dewleta Tirkî ev yek wekî gefekê dît û xwest ku hem partiyê, hem jî hişmendiya me tune bike, ji vê yekê pirsgirêk di Tirkyê de derxistin.
Helbet sedemeke din jî heye, sedem ew e ku aniha birayên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ber bi xwebirêvebirinê ve diçin û berxwedaneke mezin û pîroz li hember DAIŞê dikin, ji vê yekê hikûmetê dît ku hebûna HDPê û pêşveçûna Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, gefeke mezin e, û dewleta Tirkî bi dest xwe re “Rojava” wekî xêzeke sor ragihand.
Ji aliyê xwe ve me helwesta xwe destnîşan kir û got ku dê Sûryayeke demoqrat ji bilî hebûna îradeya gelê Kurd, ne pêkan be.
Xwebirêvebirin, mafê hemî gelan e û yek ji wan jî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye, ev jî bû sedema wê yekê ku Tirkî dest bi şerekî dijawr li Bakurê Kurdistanê bike û ji encamê 5000 xebatkarên HDPê li gel 750 nûnerên HPDê û 88 serokên şaredariyan ku ji hêla gel ve hatibûn hilbijartin, hatin desteserkirin.
Ne tenê wilê, lê belê ji encama wî şerî her du Hevserokên HDPê li gel 10 perlemanteran hatin zindanîkirin û 6 perlementerên din ji perlementoyê hatin bidûrxistin.
Tevlî van tiştên ku çêbûne û gefên ku li me tên xwarin, lê belê roj li pê rojê piştigîriya gelê me ji me re zêdetir dibe, ji ber ku tu diktator û rêjîmekê nekariye bi rêya zordestiyê bigihêje armanca xwe û dê her du partiyên MHP û AKPê jî bi van kiryaran negihin tu armancan.
Bi kurtasî em di partiya HDPê de xebata xwe ji bo bidestxistina 3 tiştan dikin:
Yek jê wekheviya di navbera hemî milet, mêr û jin û olan de.
Ya duyan jî azadiya gelê Kurd e.
Û em daxwaza bicihbûna dadweriyê li nêva hemî miletên Rojhilata Navîn dikim, bi Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û hemî pêkhateyên xwe ve.
Hikûmeta Enqerayê aniha doza mafên Turkmenan li Kerkûkê dike, em pêşwaziya vê bangê dikin û dibêjin gerek e li Kerkûkê mafên Turkmenan wekî yên Kurd û Suryanan bin…Ne xem e, lê mafên 40 melyon Kurd bi kû ve çûn, ka mafên 25 melyon Kurd li Bakurê Kurdistanê, ka mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê…em ji hemî gel û kêmneteweyan re edalet û wekheviyê dixwazin.
-We di hilbijartinên pêşî de 80 kursî bi dest xistin û ev yek li xweşiya Erdoxan neçû, ji vê yekê Erdoxan careke din hilbijartin vegerandin û we di cara duyan de deng û kursiyên kêmtir di perlementoyê de bi dest xistin. Gelo sedem çi bûn, siyaseta Erdoxan bû, ji milet bû, siyaseta partiya we bû yan jî sedemên nediyar hebûn, bi hêvî ne ku ev babet were zelalkirin?
Dema ku HDPê di sala 2015’an de tevlî hilbijartinan bû, hikûmeta Erdoxan gelek pîlanên dijminane bi kar anî û bi awayekî beloq dest bi gefan kir.
Ez dikarim bibêjim ku em li 400 deveran rastî êrîşan hatin. Di xwepêşandan û civînên me de teqîn dikirin, hetanî ku 5 kes şehîd bûn û zêdetir ji 400 kesan birîndar bûn.
Dixwestin ku li bajarê Agriyê di navbera leşkerên Tirk û Gerîlayan de şer derkeve; lê miletê li wir xwe kir mertalê zindî û nehişt ew yek rû bide, ji encamê sivîlek şehîd bû.
Li Adena û Mêrsînê êrîşî avahiyên me kirin û dixwestin di 5’ê Hezîrana 2015’an de şerekî çêbikin, da ku pê HDPê tometbar bikin û milet ji baweriya xwe vegere.
Ev bû pîlana hikûmetê, lê miletê me bi partiyên xwe yên Kurdî ve nehatin xapandin û tevlî tu şeran nebûn; ev bû sedema têkçûna pîlan û leystikên hikûmetê û ez dikarim wê jî bibêjim ku ev yek bi saya pirojeya Partiya Demoqratîk a Gelan a di navbera salên 2013 _ 2015 de pêk hat..pirojeya me jî xwestina aştiyê bêyî tu mercan bû û ji bêyî şer me karî derbasî perelementoyê bibin.
Ji ber ku şer, pevçûn û kuştin nebû, siyasetên nijadperestî tu bandor li gelê me nedikir. Da ku fişarek li partiya me bê kirin û ji bo ku miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê tu destekftan bi dest nexe û negihe aramncên xwe, hikûmeta Tirkiyê pêvajoya aştiyê ji pirojeya xwe ya siyasî avêt û di 22’yê Tîrmeha 2015’an de li devera Pirsûsê teqînek pêk anî ku ji encamê 33 ciwanên Bakurê Kurdistanê şehîd bûn…ciwanên ku dixwestin alîkariyên tenduristî û perwerdehî pêşkêşî zarokên Kobanê bikin.
Piştî hingê 2 endamên polîsan li Wêranşehrê li ser destên xedaran hatin kuştin û ev yek bû bingeha destpêkirina şer.
Di wê demê de hikûmetê dixwest ku kuştina her du polîsan bêxe sitûyê HDPê, da ku dest bi siyasetên xwe yên dijminane bike û hêza HDPê têk bibe, tevlî vê yekê û bi dehan ji kiryarên berê jî, hikûmeta Tirkiyê negiha armanca xwe û partiya me karî di perlementoyê de 60 kursiyan bi dest bixîne.
_ Baş e, bi kurtasî, sedema rasterast ji bo bidestnexistina HDP‘ê ji 80 kursiyan re wekî cara yekê, çi bû?
Sedema wê yekê şer, gef û kuştin bû.
Ji ber ku propogandayek ji wê yekê re dihat kirin ku kesê dengê xwe bide HDPê, gunehekî mezin dike û tawana wî mezin e.
Ev bû nirxandin û propoganaya hikûmetê, lê tevlî vê yekê jî, milet palpiştiya HDPê kir û dengê xwe dayê.
-Aniha rewşa Erdoxan û siyaseta wî li hember Herêma Kurdistanê hat guhertin, nemaze gefên wî yên li hember referandoma serbixwebûnê, hûn çawa li vê yekê dinihêrin.Em dixwazin wê yekê nas bikin ka we di hundirê perlementoyê de çi got û helwesta we çi bû?
Destpêkê min got û careke din dibêjim, hemî milet der barê mafên xwe de wekhev in, mafê serbixwebûnê û mafê çarenivîsî mafekî navnetewî ye, rewa û xwezayî ye.
Ji mafê gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ye ku îradeya xwe der bibire, ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê jî heman maf rewa ye.
Em rêz ji biryara milet re digirin û îradeya milet wekî tacekê datînin ser serê xwe; lê AKP’êya ku dibêje ez palpiştiya gelên bindest dikim û palpiştiyê ji mafê gelê Ereb re li Filestînê jî dike, ji bo çi der heqê mafê gelê Kurd de helwesta wê tê guhertin. Heman helwest ji hêla çepaliyan ve jî tê raberkirin ku mafên Kurdan red dikin. Lê em wekî mafekî rewa dibînin.
Mixabin helwesta partiyên “MHP-CHP-AKP” li ser doza gelê Kurd û çareserkirina wê-tekez dikim- wekî hev e, li hember doza gelê Kurd helwesta wan dibe yek, nerîna wan neyînî ye û rastbîniyê napejirînin.
Ji vê yekê dikarim bibêjim ku di hundirê perlementoyê de, tenê partiya HDPê rikbir e.
-Dema ku li hundirê perlementoyê te piştgîriya referandoma serbixwebûna Herêma Kurdistanê kir, karvedana wan çawa bû?
Ez ji te venaşêrim, wekî hestîryayê bi wan re çêbû, tiştek di dest wan de nema, hetanî ku Serokê Perlementoyê dikir min ji perlementoyê biqewirîne.
Serokê Perlementoyê ji min xwest ku ez di cî de lîborînê bixwazim, min gotê ne xem e, bihêle ez axaftina xwe bi dawî bikim, da tu bizanî ez ê çi bibêjim.
Careke din dibêjim, ez hêj li ser gotin û helwesta xwe me û ji nû ve gotinên xwe vedigerînim, ji ber ku ev rastî ye û mirov nikare pişta xwe ji rastiyê biguhêre, encam çi bin jî, divê ku li ser esasê rastiyê em bi rê ve biçin.
Bi rastî dibêjim, eger li Başûrê Kurdistanê xwestek ji bo mafê gelê Turmken hebûya, dê Eneqrayê jê re li çepikan bixista. Û eger ev referandom girêdayî gelê Turkmen bûya, dê Enqerayê hem li çepikan bixista, hem jî bi hemî hêza xwe palpiştî bikira, ev yek tê çi wateyê?
Ji bilî dijminatiya mafê gelê Kurd, tu şîroveyeke din ji vê rewşê re nîne.
Herî kêm di van 5 salên dawî de, AKP’ê dijminatiya tevahiya Kurdan dike, navê partiyê çi be û li kîjan parçeyî be, ne xem e, tenê ji ber ku Kurd in, dê AKP û MHP dijminatiya wan bike.
Ev e strateciya wan, rûpoşa(Maska) ku rûyên wan dinuxumand, hat avêtin, du tiştan rûpoşa wan rakir, yek jê şerê Kobanê û ya duduyan referandoma serbixwebûna Herêma Kurdistanê.
Gelê Kurd dijîtiya tu gelên din nake, lê xwe ji gelên din kêmtir nabîne.
Em ê desthilatdariya xwe li ser tu gelî ferz nakin, û em ê qebûl nekin ku em bibin koleyê tu gelî.
Em tenê wekheviyê dixwazin, ji vê yekê pêwîstiya Kurdan aniha bi yekîtiyê heye ku li ser çend xalên hevbeş rêkevin.
Ji bilî rêkeftineke Kurdî – Kurdî, tu hêzeke din nikare parastina Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bike,.
Em daxwaza wê yekê nakin ku tevahiya partiyên Kurdan bibin yek partî, lê hetanî ku ji wan bê, bila di nava çend partiyan de yekîtiya xwe bi cih bikin.
Divê ku di xalên hevbeş û berjewendiyên netewî de gotina me yek be.
Wekî mînak, divê ku ji partiyên Rojavayê Kurdistanê re strateciyeke hevbeş hebe ku di nava xwe de çend xal û bendan vehewîne ku bibe wekî rêbaz û li gorî wê bi rê ve biçin…her wiha li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî divê ku saziyek were avakirin ku tê de partiyên Kurdî bigihên hev, bila navê wê kongreyê netewî be yan jî çi nav be, lê divê ku hemî xal û xwestekên Kurdan li Rojhilata Navîn bêne zelalkirin û her wiha xwestekên Kurdan li tevahiya dunyayê jî.
Tevahiya partiyên Kurdî li Bakurê Kurdistanê palpiştiya nerîna milet der heqê referandomê de kir û jê re rêz girt.
Her wiha heman partî, girîngiyê didin nerînên gelê Rojavayê Kurdistanê û jê re rêz digire, ev yek jî ku tiştekî nîşan bide, nîşana yekîtiya gelê Kurd e, gelo ji bo çi partiyên Kurdî li hev nakin?
Duh me xatir ji Mam Celal xwest, ez bi rêzdarî bejna xwe jê re diçemînim, ji ber xebateke mezin di ber doza gelê Kurd de kir, û divê em ji bîr nekin ku Mam Celal muhreke wî ya mezin di hewldana rêkeftineke Kurdî _ Kurdî de hebû.Duh min dît ku çawa mirin dibe sedema jinûvejiyana hin kesan, Mam Celal duh di dilê 40 melyon Kurd de ji nû ve ji dayîk bû û dê her û her di dilê Kurd û Kurdistanê de bimîne.
Mam Celal duh xebateke mezin kir, hişt ku hemî partiyên Kurdistanî li gel hev bi yek hest û nest amade bin, divê ku em berevaniyê di ber vê yekîtiyê de bikin û di siberojê de dewam bikin, eger em bikaribin vê yekîtiyê bidomînin, xweş bawer be eger çi qas metirsî û gef mezin bin jî, dê tu kes nikaribe bi Kurdan.
-Hûn çawa rewşa siyasî ya Rojavayê Kurdistanê û destkeftên Kurdan dinirxînin?
Ji beriya her tiştî ez sipasiya hemî gelê Kurd û xebatkarên Rojavayê Kurdistanê dikim, ji ber ku di destpêkê de welatê xwe diparêzin û ya duyan rûmeta mirovahiyê diparêzin.
Ez di wê baweriyê de me ku xebata çekdarî ber bi dawiyê ve diçe û dê xebata diplomasî dest pê bike.
Di qonaxa xebata çekdarî de -Bila ruhê min bi gorî we be- divê ku Kurd hevgirtî bin, divê ku dîplomasiya wan hevbeş be da ku xwîna şehîdan vala neçe, ev roj û gavine taybet in li Rojavayê Kurdistanê, ez bi dilxweşiyeke mezin dibêjim, paşeroj û qedera Bakurê Kurdistanê girêdayî paşeroja Rojavayê Kurdistanê ye, her wiha çarenivîsa Herêma Kurdistanê girêdayî Rojava û Bakurê Kurdistanê ye, qeder me digihîne hev.
Peymana Saykis-Pîko, gewd û mejiyê me kir çar parçe, û îro hin dewletên herêmî û nemaze yên cîran, hewl didin ku Peymana Saykis-Bîko berdewam bihêlin.
-Hûn çawa paşeroja doza Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dinirxînin?
Doza Kurdî gihaye asta diplomasî, wekî min got, eger me diplomasiyeke hevbeş ava kir, dê armancên me pêk werin.
Helbet serkeftin bi tena xwe têrê nake, lê divê ew serkeftin were parastin û her berdewam be, îcar ev, serketin bi xwe ye.
Bi nerîna min, karê diplomasî piştî demeke kurt dest pê dibe û dê hêlên diplomasî diyar bibin, û ez bawer im ji bêyî Kurdan dê pirojeyên aştiyê li Rojavayê Kurdistanê bi cih nebin.
Çawa ku em û tevahiya dunyayê dibînin, aniha dijberê herî hov ji Kurdan re Enqera ye, û eger ku Kurd bûn yek, wê demê dê bikarin pîlanên Enqerayê jî ji nav bibin.
-Hûn çawa siyaseta Partiya Yekîtiya Demoqrat li Rojavayê Kurdistanê dinirxînin, nemaze li hember rikberên xwe?
Em wekî Partiya Gelan pêşniyar dikin ku em zarê gef û tundîtiyê li hember hev du (Partiyên Kurdî) bi kar neînin.Rikberî û muxalefet rewşeke demoqratî ye, lê ne ji mafê tu partiyê ye ku dijayetiya partiyeke din bike…milet vê yekê ji me naxwaze, lê berovajî vê dixwaze û hêvî dike. Eger tu pirsa dijîtiya di navbera partiyên Kurdî de li kîjan parçeyî be ji min bikî, ez ê bêjim ji muhermatan e.
Şîreta min ji bo hemî xwişk û birayên siyasetmedar ên her çar parçeyên Kurdistanê ew e ku em demoqratiyê li nêva xwe li pêş bixin.
-Der heqê pirojeya federaliyê ya li Rojavayê Kurdistanê de, hûn çi dibêjin?
Nerîna miletê Rojavayê Kurdistanê cihê rêz û baweriyê ye û em jê re palpişt in, a ji me re girîng nerîna wan e.
Li gorî nerîna min, ji bo Rojava federalî guncaw e, û çareseriyeke baş e, lê divê ku hêj jî sergihayî bibe û naverokekê bigire xwe, ji ber ku gelê Kurd bi dehan şoreşên wî hatin şikandin dema ku naverokên wan vala bûn.
-Gotina we ya dawî ji bo gel û siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê?
Ez ji tevahiya gelê Kurd û hemî siyasetmedarên Kurd re dibêjim ku xelasbûna me û we bi rêkeftin, rêkeftin û rêkeftinê ye, mebesta min jî rêkeftina Kurdî ye.
Bibin yek gelî Kurdan, ger em nebin yek, wekî Cegerxwîn gotiye “Em ê herin yek bi yek”.
Bi izna Xwedê em ê bibin yek û dê azadî ji şensê Kurdan be û dê ewlehî û demoqratî ji şens û para tevahiya gelên herêmê be.