Bûyerpress
Helmeta Hêrsa Feratê di meha xwe ya çaran de didome û li taxên Nehda û Berîd ên bajarê Reqayê di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên DAIŞê de şer berdewam e.
Malpera Fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê ragihand ku duh Şemiyê şervanên HSDê li her du taxên navborî, karîn bi pêş ve biçin û hejmarek ji mayîn û teqemeniyan pûç bikin.
Di heman demê de, li dor Nexweşxaneya Niştimanî û leyzgeha fotbolê ku li navenda bajarê Reqayê ne, şerekî dijwar li dar e.












































