Bûyerpress
Çekdarên rêxistina DAIŞê duh Şemiyê êrîşî her du kargehên şekir û pembû yên li başûrê Dêra Zorê kir, ji vê yekê şerekî giran di navbera çekdarên DAIŞê û şervanên HSDê de derket.
Ragihandina Helmeta Bahoza Cizîrê da zanîn ku ew êrîş ji aliyê şervanên HSDê ve hat têkbirin û 2 çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin.
Ji hêleke din ve, li milê bajarokê Siwerê şervanên HSDê bi pêş ve diçin û çend gundên nû kontrol dikin.












































