Bi amedebûna xelkên Qamişlo û beşdariya partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û fermî û Yekîneyên Parastina Gel, cenazeyên sê pakrewanên YPG ku li bajarê Hesekê şehîd bûbûn li ser milan ji mizgefta Enteriyê bi aliyê goristana şehîdan ve bi rê ketin.
Li goristanê, piştî demek bê deng, gotinên Saziya Malbatên Şehîdan, TevDem û partiya Aşûrî hatin xwendin, paşê têkiliyek tilîfonî bi malbata pakrewan Sîdo re û gotinek ji hêla malbata pakrewan Baran Defrîm jî hate xwendin.
Di rêwresman de, pêşkêşkirineke leşkerî ji hêla YPG û YPJ lidar ket.
Hêjayî gotinê ye ku YPG, roja Înê 25-7-2014an di daxuyaniyekê de eşkere kir ku sê endamên wê li Hesekê şehîd bûne, nasnameyên wan jî di daxuyaniyê de hatin:
-Navê tevgerî: Sîdo Qamişlo
Navê rasteqîn: Artêş Ehmed
Cih û dîroka bûnê: Qamişo
Dîroka şehîdbûnê: 25-7-2014
– Navê tevgerî: Raman Amûde
Navê rasteqîn: Raman Ehmed
Dê: Fatima
Bav: Slêman
Cih û dîroka bûnê: Qamişlo
Dîroka Tevlîbûnê: 2011
Dîroka şehîdbûnê: 25-7-2014
– Navê tevgerî: Baran Defrîm
Navê rasteqîn: Welîd Gulo
Dê: Zekiya
Bav: Ferîd
Cih û dîroka bûnê: Qamişlo
Dîroka Tevlîbûnê: 2011
Dîroka şehîdbûnê: 25-7-2014