Bûyerpress
Li taxa Kurdan a li navenda bajarê Reqayê, di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên DAIŞê de şerekî giran li dar e û hêzên HSDê herî dawî jî 20 kesên sivîl li wê taxê rizgar kirin.
Helmeta Hêrsa Feratê di roja xwe ya 117’ê de berdewam e û aniha li taxên Kurdan, Nehda, Emîn, Mensûr û Çerxerêya Ne’îm, di navbera HSDê û DAIŞê de şer berdewam e.
Li gorî ku hat ragihandin, ji encma şerê duh Şemiyê, 3 şervanên HSDê şehîd bûne û zêdetir ji 20 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.












































