Bûyerpress
Hêzên Helmeta Bahoza Cizîrê duh Şemiyê li bakurê Dêra Zorê, zeviyê Cefra yê petrolê kontrol kir.
Berdevka Fermî ya Helmeta Bahoza Cizîrê Lîlwa Ebdela, da zanîn ku hêzên wan li bakurê rojhilatê Dêra Zorê, zeviyê Cefra yê petrolê ji dest çekdarên DAIŞê derxist û bi temamî kontrol kir.
Di heman demê de li rojavayê Dêra Zorê û piştî 5 rojan ji şerekî berdewam, Hêzên Sûryaya Demoqratîk gundê Kobar kontrol kir.












































