Bûyerpress
Serokê Ferensayê Îmanwêl Makron doz ji Ebadî kir ku danpêdanê bi mafê gelê Kurd bike.
Her wiha Makorn amadekariyên xwe ji bo çêkirina navbeynkariyekê di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşan da.
Bi rêya têkiliyeke telefonî, Makron ji Serokwezîrê Iraqî Heyder Elebadî xwest ku danpêdanê bi mafên Kurdan bike û ji Hewlêr û Bexdayê xwest ku asta dubendiyê kêm bikin.
Di heman têkiliya telefonî de, Makron got ku di dema îroyîn de, divê ku giranî ji bo şerê li dij DAIŞê were dayîn.