Bûyerpress
Wezîrê Derve yê Emerîkî Rex Tillerson bi rêya daxuyaniyeke nivîskî, encamên referandoma Herêma Kurdistanê red kir û doz ji Hewlêr û Bexdayê kir ku bikevin di nava danûstandinan de.
Tillerson bi rêya daxuyaniyê piştgîriya xwe ji bo Iraqeke federal û demoqratîk nîşan da û got ku referandoma Herêma Kurdistanê ne rewa ye.
Di heman daxuyaniyê de, Wezîrê Derve yê Emerîk doz ji tevahiya aliyên Iraqî kir ku guh bidin şerê li dij DAIŞê.