Bûyerpress
Li devera Şeran a Herêma Efrînê, Hêzên Asayîşa Rojava duh Duşemê komikeke bazirganên şûnmayên dîrokî desteser kir.
Malpera fermî ya Hêzên Asayîşê ragihand ku ew komik ji 3 kesan pêk tê û tiştên wekî kevirên pîroz ên rengereng, muhir û hingulîskên zêrîn difirotin.
Di heman rojê de, Hêzên Asayîşê li bajarokê Çil Axa bazirganekî şûnmayên dîrokî desteser kir.