Buyerpress
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyaduh Duşemê bi rêya daxuyaniyekê bang li welatiyên Herêma Kurdistanê kir ku di roja referandoma serbixwebûnê de bi dengekî bilind bibêjin “Erê”.
Di heman daxuyaniyê de, Yekîtiya Nivîskaran bang li Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî kir ku di hilbijartinên federaliya Bakurê Sûryayê de beşdar bibin û dengê xwe bidin namzetên guncaw.
Li Başûrê Kurdistanê biryar pê heye ku di 25ê vê mehê de referandom pêk were, her wiha li Rojavayê Kurdistanê jî hilbijartinên komînan li dar in.