Bûyerpress
Artêşa Rûsî ragihand ku wê devereke bi navê “Devera Jevkirina Pevçûnê” li herema Til Rif’etê ava kiriye, da ku şer û pevçûn di navbera komikên rikberiya Sûrî û Yekîneyên Parastina Gel de dernekevin, ew jî bi rêya bicihkirina hêzên rêjîma Sûrî û polîsên leşkerî yên Rûsî.
Li gorî ajansa Frans Press, Ceneralê Rûsî Sergî Rodiskoy da zanîn ku hêzên rêjîmê şûna YPGê girtiye û polîsên leşkerî yên Rûsî jî li deverê belav bûne da ku çavdêriya agirbestê bikin.
Ji beriya aniha jî Yekîneyên Parastina Gel ragihandibû ku ew li gel Rûsyayê gihane rêkeftina belavkirin çavdêrên Rûsî li deverên Efrîn û Şehbayê.
Amadekirin: Odeya Bûyer a Nûçeyan