Bûyerpress
Dezgehên ragihandinê yên Israyîlî ragihand ku sibeha îro Pêncşemê firokeyên cengî yên Israyîlî baregeheke çêkirina çekên kîmawî li rojavayê Hemayê topbaran kirine.
Ji aliyê xwe ve Artêşa Sûrî jî ev yek piştrast kir û da zanîn ku li nêzî devera Misyafê baregeheke wan bûye armanca firokeyên Israyîlî.
Li gorî ku hat ragihand, ji encama wê derbeyê 2 leşkerên Sûrî hatine kuştin û ziyanên mezin gihane nava baregehê.