Bûyerpress
Hikûmeta Sûrî ragihand ku hêzên wê ber bi bajarê Dêra Zorê ve nêzîk dibin da ku dawî li kontrola DAIŞ’ê bînin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku artêşa Sûrî bi pêş ve diçe û tenê 10 kîlometreyan ji Dêra Zorê dûr e.
Ji hêleke din ve hêzên HSDê li bajarê Reqayê dorpêça li ser DAİŞê tengtir kiriye û hevdemî wê li Tilefera Iraqî jî DAİŞ tê tunekirin.