Bûyerpress
Di çarçoveya Helmeta Rizgarkirina Bajarê Reqayê de, Hêzên Sûryaya Demoqratîk li taxa Elmirûr a rojhilatê bajarê Reqayê zêdetir ji 10 welatiyên sivîl ji dorpêçê rizgar kirine.
Malpera fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê ragihand ku duh Duşemê hêzên HSDê li taxa Elmirûr û taxa Elemîn ku li navenda bajêr e, bi dehan ji welatiyên sivîl rizgar kirin.
Hêja ye mirov bibêje ku hemî taxên dorhêla bajêr ketine jêr kontrola HSDê.