Bûyerpress
Hêzên Hevpeymana Navdewletî li devera Eltebenî ya parezgêha Dêra Zorê, daketaneke asîmanî pêk anî.
Li gorî ku hat ragihandin, ev operasyona daketanê bi aramanca derxistina çekdarên biyanî yên li nêv refên rêxistina DAİŞê bû.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku, ev kesên ku bi rêya firokeyan hatin veguhastin, guhbel û sîxurên Hevpeymana Navdewletî bûn û bi berdewamî agahî ji Hevpeymanê re dinihartin.