Bûyerpress
Hêzên Hikûmeta Sûryayê û komikên alîgirên wê, dawîtirîn baregehên DAİŞê li biyabana navenda Sûryayê kontrol dikin.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, li devera Suxnê ya parêzgeha Humsê hetanî rûberekî berfireh ji parêzgeha Hemayê ketin jêr kontrol hêzên Rêjîma Sûrî.
Hêja ye ku mirov bibêje, êdî rêxistina DAİŞê di hemî şerên xwe de bi bin dikeve û pirî deverên kontrola wê jê hatine sitandin.