Bûyerpress
Li gundê Kurdo yê sînorî ku girêdayî Kantona Efrînê ye, hat ragihandin ku Artêşa Turkyê êdî li ser sînor elekitrîkê dibire û tevgera xwe zêde dike.
Li gorî dezgehên ragihandina xwecihî, li gundê Kurdo yê girêdayî navçeya Bilbilê duh bi şev Artêşa Turkyê zêdetir ji 15 erebeyên zirxî li ser sînor êxistiye tevgerê.
Hevdemî wê, gundên navçeya Şerayê bi çekên giran ji hêla Artêşa Turkyê û komikên girêdayî wê ve hatin topbarankirin.