Bûyerpresss
Di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên rêxistina DAİŞê de, şer û pevçûnên giran li bajarê Reqayê her berdewam in.
Li rojhilatê bajarê Reqayê û piştî şerekî tund, hêzên HSDê karîn bi pêş ve biçin û çend xalên nû bi dest xwe ve bînin.
Di heman demê de li taxa Elrewda ya bakurê rojhilatê Reqayê, hêzên HSDê zêdetir ji 50 welatiyên sivîl rizgar kirin.