Bûyerpress
Komîteya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li Rojava dema lidarxistina şêwrê li Rojava diyar kir, ew jî dê di navbera 15-30′yê Îlona bê de were lidarxistin.
Di civîna çapemeniyê de ya roja înê, Endamê Komîteyê Luqman Ehmê daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de wiha got: ″Dijminên gelê Kurd, taybet piştî îlankirina referandoma başûrê Kurdistanê û sîstema Federal li Bakurê Sûriyeyê, dijminatiya xwe ji gelê Kurd re raber kirin. Lewma pêwîst e mala Kurdî di zûtirîn dem de bi lidarxistina Kongreya Netewî re jinûve bê rêxistinkirin.″
Komîteyê eşkere kir ku dê şêwra Rojava di dema navbera 15-30′yê Îlona bê de bê lidarxistin. Lê derbarê cihê wê de tu agahî parve nekirin.